Cotmeh 10, 2022 08:09 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Îranê ti çekek nedaye aliyên şêrr li Ukraynê

Wezîrê karên derve yê Îranê helwêsta bingehîn a Komara Îslamî ya Îranê dijayetiya digel biçekkirina her yek ji aliyên şêrr li Ukraynê da zanîn.

Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina digel Paul Jablonski alîkarê wezîrê derve yê Polonyayê da li Tehranê tevî amajeya bi mijara Ukraynê got: Komara Îslamî ya Îranê bi ti awayî çek ji bo bikaranîna li şerê Ukraynê nedaye ti aliyekî.

Emîr-Ebdullahiyan her wiha tevî pêşwazîkirina ji çalakbûna peywendiyên Îran û Polonyayê di warên cûr bi cûr da, tekezî li ser nebûna ti sînorekê ji bo xurtkirina peywendiyên dualî û bikaranîna potensiyel û derfetên heyî ji bo berfirehkirina têkiliyan kir.

Paul Jablonski Alîkarê wezîrê derve yê Polonyayê jî di vê hevdîtinê da nêrînên welatê xwe derbarê mijarên cûr bi cûr ji wan peywendiyên dualî û mijarên girîng ên navçeyî û navneteweyî şirove kirin.

Îran û Polonya xwedan peywendiyên dîrokî û kevn in û ev peywendî tevî hebûna hevraz û berjêran, hema wisa berdewam in.

 

Serepeyv