Kenanî: Hewildanên ji bo binpêkirina serweriya Îranê dê bêbersiv nemînin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i336690-kenanî_hewildanên_ji_bo_binpêkirina_serweriya_Îranê_dê_bêbersiv_nemînin
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî kiryara Amerîkayê ya sepandina hin boykotan di warê têkiliyan da, tekez kir: Hewildanên ji bo binpêkirina serweriya Îranê dê bêbersiv nemînin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 25, 2022 04:21 Asia/Tehran
  • Kenanî: Hewildanên ji bo binpêkirina serweriya Îranê dê bêbersiv nemînin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê wek berteka li hemberî kiryara Amerîkayê ya sepandina hin boykotan di warê têkiliyan da, tekez kir: Hewildanên ji bo binpêkirina serweriya Îranê dê bêbersiv nemînin.

Li gorî rapora IRNAyê, Nasir Kenanî êvara Şemiyê wek berteka li hemberî kiryara dewleta Amerîkayê ya sepandina hin boykotan di warê têkiliyan da li Twitterê nivîsî: Amerîka hertim li dû lawazkirina ewlehî û aramiya Îranê bûye û helbet bi ser neketiye.

 

Kenanî her wiha nivîsî: Bi kêmkirina asta çend boykotên di warê têkiliyan da û di heman demê da parastina zexta herî pirr, Amerîka bi durûtî li dû pêşdabirina armancên xwe li dijî Îranê ye.