Welayetî: Çîn hevpeymana Îranê ya stratejîk e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335914-welayetî_Çîn_hevpeymana_Îranê_ya_stratejîk_e
Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di karûbarên navneteweyî da di hevdîtina bi balyozê Çînê li Îranê ra got: Çîn hevpeymana Îranê ya stratejîk e.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2022 06:11 Asia/Tehran
  • Welayetî: Çîn hevpeymana Îranê ya stratejîk e

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di karûbarên navneteweyî da di hevdîtina bi balyozê Çînê li Îranê ra got: Çîn hevpeymana Îranê ya stratejîk e.

Elî Ekber Welayetî, Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di karûbarên navneteweyî da di hevdîtina bi Çang Hua ra got: Çîn bernameya berfirehkirina peywendiyên xwe bi taybet di warê projeya "Kemberek, Rêyek"ê dişopîne û di vî warî da bikaranîna potensiyelên Îranê û derbasbûna vê rêyê ji Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî cidî dikeve rojevê û divê were şopandin.

Şêwirmendê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî di karûbarên navneteweyî da her wiha got: Hevfikirîna Îran û Çînê têkildarî pêşeroja Efxxanbistanê dê gelekî girîng û bibandor be; Tevî ku tenha rêya heyî damezirandina hikûmeteke giştalî ye ku piraniya gel pişta wê digirin.

Welayetî derbarê têkoşîna Rûsiyê li hemberî êrîşa berfireh a NATO'yê li ser wî welatî û gefa li dijî yekparçetiya axa Çînê ji aliyê Amerîkayê va, got: Divê li hemberî kompolo û gefên dijmin li ber xwe bidin û Îran jî kiryarên Amerîkayê şermezar dike.