Reîsî: Meşa Erbeînê rabûna eniya berxwedanê ya navneteweyî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335781-reîsî_meşa_erbeînê_rabûna_eniya_berxwedanê_ya_navneteweyî_ye
Serokê Komara Islamî ya Îranê rêûresma Erbeîn Husênî (s) nîşana çanda Aşûrayê û rabûûna bereya berxwedanê ya cîhanî da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 10, 2022 14:39 Asia/Tehran
  • Reîsî: Meşa Erbeînê rabûna eniya berxwedanê ya navneteweyî ye

Serokê Komara Islamî ya Îranê rêûresma Erbeîn Husênî (s) nîşana çanda Aşûrayê û rabûûna bereya berxwedanê ya cîhanî da zanîn.

Li gorî navenda ragihandina serokomariyê; Serokê Komara Islamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî li hevdîtina tev çalakvanên rêûresma Erbeînê got: Rêveçûna Erbeînê sembola geş ji bo mayîna Aşûra û çanda Aşûrayê û mezintirîn civîna mirovî li ser rûyê erdê ye.

Reîsî bal kişand ser pêdagirî û rênimayiyên rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî ji bo lidarxistina bi coş û geşatiya temam a merasim û meşiyana  Erbeîna Husênî (S) û got: Ev merasim yek ji diyardeyên geşbûna cîhanî ya bawermendên Hezretê Seyid El-Şuheda û eniya berxwedanê ye.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê rola hikûmetê ji bo hêsankirina amadebûna xelkê di merasima Erbeînê de şirove kir û li ser bikaranîna hemû şiyanên navxweyî û dîplomatîk ên welêt ji bo hêsankirina sefera ziyaretkirên Erbeînê pêgirî kir.