Wezîrên derve yên Îran û Iraqê bi rêya telefonê axivîn
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335660-wezîrên_derve_yên_Îran_û_iraqê_bi_rêya_telefonê_axivîn
Di gotûbêja telefonî ya Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê û Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê, hin mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî hatin vekolandin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 05, 2022 06:03 Asia/Tehran
  • Wezîrên derve yên Îran û Iraqê bi rêya telefonê axivîn

Di gotûbêja telefonî ya Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê û Fuad Husên wezîrê derve yê Iraqê, hin mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî hatin vekolandin.

Emîr-Ebdullahiyan di vê têkiliyê da sipasiya hwildanên wezîrê derve yê Iraqê ji bo alîkariya bo lidarxistina merasima hecê ya ziyaretkerên îranî kir.

Wî her wiha çarenûsa hemwelatiyekî îranî yê ku di dem û gavên hecê da li Erebistanê hatiye girtin, şopand û daxwaza veguhestina peyamê ji bo azadiya wî kir.

Emîr-Ebdullahiyan di dewamê da bal kişande ser agirpêketina li neyistanên başûrê Iraqê ji ber germaya zêde û hişkesalê û tekez kir: Mixabin dûkela vî agirî, bandoreke cidî li cihwwarên jiyanê yên deşta Azadeganê ya parêzgeha Xûzistanê kiriye.