Reyîsî: Kirmaşanê zemîneyeke gellekî baş ji bo geştyarî û hinardekirina bo Iraqê heye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335224-reyîsî_kirmaşanê_zemîneyeke_gellekî_baş_ji_bo_geştyarî_û_hinardekirina_bo_iraqê_heye
Serokê Komara Islamî ya Îranê li parêzgeha Kirmaşanê silav li gelê bawermend, zane û hemasesaz ê Kirmaşanê kir û rêz li malbatên şehîdan û fidakarên vê parêzgehê girt û got: Parêzgeha
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 14, 2022 06:13 Asia/Tehran
  •  Reyîsî: Kirmaşanê zemîneyeke gellekî baş ji bo geştyarî û hinardekirina bo Iraqê heye

Serokê Komara Islamî ya Îranê li parêzgeha Kirmaşanê silav li gelê bawermend, zane û hemasesaz ê Kirmaşanê kir û rêz li malbatên şehîdan û fidakarên vê parêzgehê girt û got: Parêzgeha

Kirmaşanê çawan ku rêberê şoreşa islamî gotîye; mertala Îrana islamî ye û bi rastî gelê vê parêzgehê ji bo welatê me yê xweşdivî sînorparêzî kir.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Gelê vê parêzgehê û sînorparêzên xweşdivî 8 salan ji dil û can û bi awayekî serkevtî himberî hêzên Seddam û Munafiqa sekinîn û hertim xwe

deyndarê gel dizanin.

Reyîsî pêgirî kir: Vê parêzgehê zêde ji 20 hezar nivîşkanbûyî û 10 hezar şehîd di berevanîya pîroz da raberî welêt kirin û eva nîşana wefadarî û amadebûna ji dil û can a gelê vê parêzgehê di

hemî meydanên şoreşê  û dewrana berevanîya pîroz da ye.

Serokê Komara Islamî ya Îranê herwiha got: Kirmaşanê li gorî sînorê hevpar ê digel Iraqê zemîneyeek gellekî baş ji bo geştyarî û hinardekirina bo vî welatî heye.

Serokomarê Îranê pêgirî kir ku hewcedarîyên parêzgeha Kirmaşanê di vê seredanê da hatin hilkolandin û dîyar kir: Xwezayî ye ku hemî pêwîstîyên parêzgehê di vê seredanê da nayên

dabînkirin û çareserkirin, lewma destpêkê bala xwe da ser ewiliyetan û ji bo çareserkirina pirsgirêkên parêzgehê hin biryar hatin dayînê û hin kirêdî ji bo wan ewiliyetan hatin

terxankirin.

Reyîsî herwiha got: Em dê encama kar û biryarên Konseya Idarî ya Parêzgeha Kirmaşanê ragihînin ta ku em bala xwe bidin ser cihanîna biryaran.