Şemxanî gihîşte Yêrîvana paytexta Ermenistanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i335081-Şemxanî_gihîşte_yêrîvana_paytexta_ermenistanê
Sekreterêl Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ji bo hevdîtina di gel rayedarên Ermenistanê vê sibê derbasî Yêrîvana paytexta vî welatî bû.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 07, 2022 08:42 Asia/Tehran
  • Şemxanî gihîşte Yêrîvana paytexta Ermenistanê

Sekreterêl Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ji bo hevdîtina di gel rayedarên Ermenistanê vê sibê derbasî Yêrîvana paytexta vî welatî bû.

Li gorî rapora IRNAyê, Elî Şemxanî, Nûnerê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û Sekreterêl Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê di serdana xwe ya Ermenistanê da ku li çarçoiveya serdanên plandarêştî bo navçeya Qefqazê pêk tê, ji bilî hevdîtina di gel Armen Gerîgoriyan Sekreterê Koneya Ewlehiya Neteweyî ya Ermenistanê, dê di gel Nêkol Paşîniyan serokwezîrê Ermenistanê jî bicive.

Vekolandina rêyên xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên du welatan di warên cûr bi cûr û danûstandina derbarê meseleyên herî girîng ên navçeyî û navneteweyî û şêwaza hevkaariya du welatan ji bo zêdekirina aramî û ewlehiyê li navçeyê ji armancên serdana Sekreterêl Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî ya Îranê ya Ermenistanê ne.