Wezîrê karên derve yê Îranê sibe dê biçe Sûriyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334979-wezîrê_karên_derve_yê_Îranê_sibe_dê_biçe_sûriyê
Wezîrê karên derve yê Îranê dê sibe (Şemî) ji bo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên bilind ên Sûriyê ra, berê xwe bide vî welatî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 01, 2022 17:43 Asia/Tehran
  • Wezîrê karên derve yê Îranê sibe dê biçe Sûriyê

Wezîrê karên derve yê Îranê dê sibe (Şemî) ji bo hevdîtin û gotûbêja bi rayedarên bilind ên Sûriyê ra, berê xwe bide vî welatî.

Nasir Ken'anî Çafî, Berdevkê Wezareta derve ya Îranê tevî ragihandina serdana sibe ya Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê bo Sûriyê, got: Wezîrê karên derve yê Îranê di hevdîtina tev rayedarên bilind ên sûrî da, dê derbarê mijarên dualî, navçeyî û navneteweyî bişêwrie.

Komara Îslamî ya Îranê hevkariyeke stratejîk tev Sûriyê heye û piştevaniya Tehranê ji dewleta qanûnî ya vî welatî di heyama qeyrana Sûriyê da û alîkariya bo dewleta Bişar Esed serokkomarê qanûnî yê Sûriyê di têkoşîna dijî komên cûr bi cûr ên terorîst vê yekê piştrast dike.