Reîsî bi fermî pêşwaziya Serokomarê Qazaqistanê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334690-reîsî_bi_fermî_pêşwaziya_serokomarê_qazaqistanê_kir
Merasima pêşwaziya fermî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji hevtayê xwe yê qezaqistanî li komavahiya Dîrokî-Kultûrî ya Sedabadê hat lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 19, 2022 08:21 Asia/Tehran
  • Reîsî bi fermî pêşwaziya Serokomarê Qazaqistanê kir

Merasima pêşwaziya fermî ya Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji hevtayê xwe yê qezaqistanî li komavahiya Dîrokî-Kultûrî ya Sedabadê hat lidarxistin.

Hevdîtinên bi Serokomarê Îranê, lidarxistina civîna hevpar a heyetên payebilind ên du welatan û îmzakirina çend belgeyên hevkarî û hevhatinnaman, ji bernamên sefera yekrojî ya serokomarê Qezaqistanê bo Têhranê ye.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya serokomariya Îranê, serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî îro (Yekşem) li Kompleksa Dîrokî-Kultûrî ya Sedabadê bi fermî pêşwaziya Qasim Cumert Takayev serokomarê Qazaxistanê kir.

Di merasimê de, piştî ku marş û sirûdên netewî yên Komara Îslamî ya Îranê û Qezaqistanê hat lêxistin, serokên her du welatan serdana yekîneya merasimê kirin û piştre heyetên pilebilind ên pêre, ji hev re hatin nasandin.