Merasîma îmzakirina 9 belgeyên hevkariyê di navbera Îran û Tirkmenistanê de
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334610-merasîma_îmzakirina_9_belgeyên_hevkariyê_di_navbera_Îran_û_tirkmenistanê_de
Merasima îmzekirina 9 belgeyên hevkariyê di navbera Tehran û Eşqabadê (Aşxabat) bi amadebûna serokomarên Îran û Tirkmenistanê li kompleksa çandî-dîrokî ya Sedabadê hat lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 15, 2022 07:47 Asia/Tehran
  • Merasîma îmzakirina 9 belgeyên hevkariyê di navbera Îran û Tirkmenistanê de

Merasima îmzekirina 9 belgeyên hevkariyê di navbera Tehran û Eşqabadê (Aşxabat) bi amadebûna serokomarên Îran û Tirkmenistanê li kompleksa çandî-dîrokî ya Sedabadê hat lidarxistin.

Serdar Berdî Mihemedov serokomarê Turkmenistanê duh (sêşemî) li ser vexwandina fermî ya serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî di serokatiya şandeke pilebilind a rayedarên siyasî û aborî de giheşte Tehranê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Îranê Press`ê, piştî merasima pêşwaziya fermî li Kompleksa Sedabadê, belgeyên hevkariyên navbera du welatan li warên geşepêdana veguhestin û tranzîtê, danûstendinên zanistî û çandî, parastina jîngehê, çand, danûstendinên bazirganî-aborî bi amadebûna serokên komarên her du welatan ji aliyê wezîrên Îran û Turkmenistanê hatin îmzekirin.

Piştî merasima îmzekirina peyman û belgeyên hanê, serokomarên Îran û Tirkmenistanê, Seyd Îbrahîm Reîsî û Serdar Berdî Muhemedov, beşdarî civîneke hevpar a çapemeniyê bûn.

Merasima pêşwaziya fermî ya Serokomarê Îranê ji Serokomarê Tirkmenistanê, îro Çarşemê li Kompleksa Çandî-Dîrokî ya Sedabadê hat lidarxistin û piştre Reîsî û Berdî Muhemedov hevdîtinek dualî pêk anîn.