Emîr-Ebdullahiyan: Biryarnameya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê lezokî û siyasî ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334531-emîr_ebdullahiyan_biryarnameya_ajansa_navneteweyî_ya_enêrjiya_atomê_lezokî_û_siyasî_ye
Wezîrê karên derve yê Îranê kiryara Amerîka û sê welatên ewropî ya raberkirina biryarnameyê bo Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê wek tevgereke lezokî û siyasî da zanîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2022 04:44 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan: Biryarnameya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê lezokî û siyasî ye

Wezîrê karên derve yê Îranê kiryara Amerîka û sê welatên ewropî ya raberkirina biryarnameyê bo Konseya Hakiman a Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê wek tevgereke lezokî û siyasî da zanîn.

Li gorî rapora berbanga Yekşemiyê ya IRNAyê, Husên Emîr Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê û António Guterres Sekreterê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) derbarê hin alûgorên navçeyî û navneteweyî bi rêya telefonê axivîn.

Wezîrê karên derve yê Îranê tevî diyarkirina piştevaniya Îranê ji dewama agirbesê li Yemenê li ser pêwîstiya rakirina tam a dorpêça mirovî tekez kir.

Emîr-Ebdullahiyan bal kişande ser hevpeyivîna xwe ya roja borî tev hevpêşeyê xwe yê sûrî û dewama destdirêjiyên Rejîma Siyonîst ser axa Sûriyê û êrîşa leşkerî ser balefirgeha Şamê wek binpêkirina aşkira ya xalên rêziknameya NY da zanîn.

António Guterres jî tekezî li ser girîngiya dewama gotûbêjên Viyenê kir û dîplomasî wel rêya herî baş ji bo çareserkirina nakokiyên navbera Îranê û hin aliyên din ên gotûbêjên Lihevkirina Navokî da zanîn.

Sekreterê gişt ê Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (NY) her wiha biryarnameya vê dawiyê ya Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê derbarê Îranê tenê wek naverokeke şîretkirinê da zanîn.