Balyozê Îranê li Rûsyayê bi Emîr-Ebdullahiyan re hevdîtin kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334261-balyozê_Îranê_li_rûsyayê_bi_emîr_ebdullahiyan_re_hevdîtin_kir
Balyozê Îranê li Rûsiyê li hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Îranê raporek li bara lidarxistina komîsyona hevpar a hevkariyên aborî di navbera her du welatan û berfirebûna peywendiyên Îran û Rûsiyê pêşkêş kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 29, 2022 09:20 Asia/Tehran
  • Balyozê Îranê li Rûsyayê bi Emîr-Ebdullahiyan re hevdîtin kir

Balyozê Îranê li Rûsiyê li hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Îranê raporek li bara lidarxistina komîsyona hevpar a hevkariyên aborî di navbera her du welatan û berfirebûna peywendiyên Îran û Rûsiyê pêşkêş kir.

Li gorî rapora roja şemiyê ya IRNA`yê, Kazim Celalî, Balyozê Komara Islamî ya Îranê li Rûsiyê ku hevdem digel cîgirê serokwezîr û serokê komîsyona hevpar a hevkariyên aborî yê Rûsiyê, serdana Têhranê kiriye roja şemê li hevdîtina tev Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê raporek li bara lidarxistina komîsyona hevpar a hevkariyên aborî di navbera her du welatan û berfirebûna peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Federasyona Rûsyayê pêşkêş kir.

Di hevdîtinê de Emîr-Ebdullahiyan tekezî li ser girîngiya peywendiyên hevbeş di warên cuda yên siyasî, aborî û çandî de kir û pêşniyarên pêwîst ji bo şopandina rêkeftinên di çarçoveya Komîsyona Hevbeş a Hevkariya Aborî ya di navbera her du welatan de raber kirin.