Reyîsî: Pêwendiyên baş ên Îran û Omanê dê hevkariya navçeyî zêdde bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i334156-reyîsî_pêwendiyên_baş_ên_Îran_û_omanê_dê_hevkariya_navçeyî_zêdde_bike
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku helwêsta Îran û Omanê di gelek mijaran da bi awayekî berbiçav li gorî hev e, got: Pêwendiyên baş ên Îran û Omanê dê hevkariya navçeyî zêdde bike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 24, 2022 05:19 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Pêwendiyên baş ên Îran û Omanê dê hevkariya navçeyî zêdde bike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vêya ku helwêsta Îran û Omanê di gelek mijaran da bi awayekî berbiçav li gorî hev e, got: Pêwendiyên baş ên Îran û Omanê dê hevkariya navçeyî zêdde bike.

Li gorî rapora IRNAyê, Ayetullah Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê piştî vegeriyana ji serdana xwe ya fermî ya Omanê, got: Di civînên roja Duşemiyê tev berpirsên payebilind ên omanî ev mijar hat destnîşankirin ku hevkariya du welatan di warê navneteweyî da lazim e û helwêstên du welatan di gelek mijaran da li gorî hev in.

Reyîsî her wiha got: Di civîna di gel çalakên aborî da, tacir û bazirganên du welatan, pirsgirêkên xwe di warê ticaret, veguhestina pere, mijarên bankî û gumrikî bi hebûna wezîrê Senet, Meden û Ticaretê yê Omanê vekolandin û di vî warî da bi zûtî berbend tên rakirin da ku rê ji bo ticaret û karê aborî were vekirin.

Wî got: Hem tacirên omanî û hem yên îranî potensiyelên heyî li du welatan nas dikin û loma pêwîstiya damezirandina ofîsa ticarî ya Îranê li Omanê hat hestkirin û hat vekolandin ku ev ofîs herî zû were damezirandin da ku potensiyelên du welatan ji çalakên aborî ra bide nasandin.