Reyîsî: Îran pişta hewildanên ji bo xurtkirina peywendiyên Tehran û Brûkselê digire
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333892-reyîsî_Îran_pişta_hewildanên_ji_bo_xurtkirina_peywendiyên_tehran_û_brûkselê_digire
Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê ji hewildanên ji bo xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên Tehran û Brûkselê pêşwazî dike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 11, 2022 15:49 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Îran pişta hewildanên ji bo xurtkirina peywendiyên Tehran û Brûkselê digire

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Komara Îslamî ya Îranê ji hewildanên ji bo xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên Tehran û Brûkselê pêşwazî dike.

Li gorî rapora IRNAyê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Çarşemiyê di bersiva têkiliya telefonî ya Aleksander Dî Kro serokwezîrê Beljîkê bi gotina vêya ku du welatan di dirêjahiya salan da peywendiyên xwe yên dîplomatîk li gorî rêzgirtin û berjewendiyên dualî pêş da birine, got: Komara Îslamî ya Îranê ji hewildanên ji bo xurtkirin û berfirehkirina peywendiyên Tehran û Brûkselê pêşwazî dike.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di dewamê da tevî amajeya bi rewşên guncav li du welatan ji bo xurtkirina asta peywendiyan got: Cihanîna potensiyelên di têkiliyên du welatan da dikare rewşeke baş ji bo zêdekirina hevkariyên du welatan dabîn bike.

 

Serokwezîrê Beljîkê jî tevî amajeya bi pêşîneya dirêj û erênî ya peywendiyên du welatan û girînzanîna van peywendiyan ji bo Beljîkê hêvî kir ku pêvajoya berfirehbûna peywendiyên welatê wî tev Îranê bi hewildana berpirsên du welatan bi awayekî baş bi pêş da biçe û Beljîk li dû xurtkirina peywendiyên dualî bi taybet di warê aborî û konsûlî da ye.