May 10, 2022 23:24 Asia/Tehran
  • Jihevketina tîma çekdar a terorîst li bakurê rojavayê Îranê

Baregeha Hemze Seyid El-Şuheda (S) hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî ji hev belavbûna tîmeke çekdar a terorîstî li bakûra rojavaya Îranê ragihand.

Baregeha Hemze Seyid El-Şuheda (S) hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî diyar kir ku li bajarê Bane yê parêzgeha Kurdistanê li bakurê rojavayê Îranê, tîmeke çekdar a terorîstan hat rûxandin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Tasnim`ê, Baregeha Hemze Seyîd El-Şuheda (S) ya hêza bejayî ya Sipahê Pasdaran îro Sêşemê ji îmhakirina tîmeke çekdar a terorîstan li bakûra rojavaya Îranê xeber da û ragihand: Bi operasiyonên keşif û istixbaratî, tîmeke çekdar a terorîstî ku bi mebesta ketina navçê û çalakiyên sabotajê li navça bakûrê rojavayê Kurdistanê, li bajarê Banê yê parêzgeha Kurdistanê hat naskirin û 5 endamên vê tîma terorîst hatin girtin.

Li gor raporta Baregeha Hemze Seyid El-Şuheda (S) hêza bejayî ya Sipahê Pasdarên Inqilaba Îslamî, çend çek û cebilxane ji nav vê tîma terorîstî hatine dîtin û desteserkirin.

Serepeyv