Reyîsî: Komara Islamî ya Îranê hetim pêgirî ser yekitîya li Iraqê kirîye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333743-reyîsî_komara_islamî_ya_Îranê_hetim_pêgirî_ser_yekitîya_li_iraqê_kirîye
Serokê Komara Islamî ya Îranê got ku Komara Islamî ya Îranê hertim pêgirî ser hevgirtin û yekitîyê li Iraqê kirîye û dike û hêvî kir ku demajoya sîyasî ya hilbijartina parlimanî ya vê dawîyê li Iraqê zûka bi pêkanîna dewleteke xurt û bihêz bigihêje encamê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
May 05, 2022 08:25 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Komara Islamî ya Îranê hetim pêgirî ser yekitîya li Iraqê kirîye

Serokê Komara Islamî ya Îranê got ku Komara Islamî ya Îranê hertim pêgirî ser hevgirtin û yekitîyê li Iraqê kirîye û dike û hêvî kir ku demajoya sîyasî ya hilbijartina parlimanî ya vê dawîyê li Iraqê zûka bi pêkanîna dewleteke xurt û bihêz bigihêje encamê.

Ayetullah Seyîd Ibrahîm Reyîsî Serokê Komara Islamî ya Îranê şeva buhurî di peywendîya telefonî ya digel Mistefa Kazimî Serokwezîrê Iraqê da cejna Remezanê li dewlet û gelê Iraqê pîroz kir û hêvîya tenduristî û ewlehîyê jibo gelê vî welatî kir.

Ayetullaha Reyîsî herwiha got: Komara Islamî ya Îranê hertim pêgirî ser yekitîya li Iraqê kirîye û dike û em hêvîdar in ku demajoya sîyasî ya hilbijartina parlimanî ya vê dawîyê li Iraqê zûka bi pêkanîna dewleteke xurt û bihêz bigihêje encamê.

Serokwezîrê Iraqê jî ku bi telefonê bi Serokê Komara Islamî ya Îranê ra ketibû peywendîyê, cejna Remezanê li serokomar û gelê Îranê pîroz kir û ji ber piştgirîyên Têhranê sipasîya Îranê kir.