Li herêmên sifir ên sînor 3 bandên qaçaxa çekan hatin îmhakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i333217-li_herêmên_sifir_ên_sînor_3_bandên_qaçaxa_çekan_hatin_îmhakirin
Fermandeyê Polîsên Sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê ji têkbirina 3 bandên qaçaxa çek û teqemeniyan li ser sînorên rojava xeber da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Nîsan 13, 2022 19:29 Asia/Tehran
  • Li herêmên sifir ên sînor 3 bandên qaçaxa çekan hatin îmhakirin

Fermandeyê Polîsên Sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê ji têkbirina 3 bandên qaçaxa çek û teqemeniyan li ser sînorên rojava xeber da.

Li gorî rapora Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Îranê (ISNA), serdar sertîp “Ehmed Elî Goderzî” Fermandarê Polîsên Sînorî yên Komara Îslamî ya Îranê got: Di cîbicîkirina plana girtina sînor û nehiştina qaçaxçîtiyê li ser sînorê parêzgehên Azerbaycana Rojava û Îlamê, bi pêngav û tedbîrên kontrolê û karîger ên istixbaratî, karîn sê bandên qaçaxçîtiya çek û teqemeniyan li ser sînorên welêt nas bikin û ji nav bibin.

Serdar Goderzî herwiha got: “Parêzvanên sînorî çek û cebilxane, 54 kolt û miqdareke berçav cebilxane û pêdawîstiyên pê re li qaçaxçiyan tesbît kirin û dest danîn ser wan.”