Gotûbêja telefonî ya wezîrên karên derve yên Îranê û Komara Azerbaycanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i332455-gotûbêja_telefonî_ya_wezîrên_karên_derve_yên_Îranê_û_komara_azerbaycanê
Wezîrên karên derve yên Îranê û Komara Azerbaycanê bi telefonê li bara zêdekirina hevkariyên aborî yên du welatan û pêşhatên têkildarî Ukraynayê axivîn.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Adar 08, 2022 21:17 Asia/Tehran
  • Gotûbêja telefonî ya wezîrên karên derve yên Îranê û Komara Azerbaycanê

Wezîrên karên derve yên Îranê û Komara Azerbaycanê bi telefonê li bara zêdekirina hevkariyên aborî yên du welatan û pêşhatên têkildarî Ukraynayê axivîn.

Li gor nûçeya ajansa IRIB; Wezîrê Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan û Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Jeyhun Bayramov îro Sêşemê di pêwendiyeke telefonî de bi boneya 30 saliya damezrandina pêwendiyên dîplomatîk yên her du welatan, li ser berfirekirina zêdetir ên pêwendî û hevkariyan pêgîrî kirin.

Di vê peywendiya telefonî de, li bara lidarxistina komîsyona hevpar a hevkariyên aborî di navbera Îran û Komara Azerbaycanê de, li ser berjewendiya her du welatan li pêşxistina peywendiyên aborî û bazirganî tekez bû.

Her du wezîran li ser mijarên herêmî û rewşa Ukraynayê jî gotûbêj kirin.

Civîna 15emîn a Komîsyona Hevbeş a Aborî ya her du welatan dê di rojên 10 û 11ê Adarê de li Bakûyê were lidarxistin.