Ulyanov: Li Viyanayê şêwirên berfireh û bênavber tên kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i332030-ulyanov_li_viyanayê_şêwirên_berfireh_û_bênavber_tên_kirin
Danûstandkarê Rûsiyê Mîxayîl Ulyanov di twîttera xwe de wêneyek ji hevdîtina xwe ya bi Rob Malî, nûnerê taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Îranê belav kir û nivîsî: Rawêjkariyên tund û hema bêje bênavber di hevdîtinên Viyenayê de berdewam in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 17, 2022 06:20 Asia/Tehran
  • Ulyanov: Li Viyanayê şêwirên berfireh û bênavber tên kirin

Danûstandkarê Rûsiyê Mîxayîl Ulyanov di twîttera xwe de wêneyek ji hevdîtina xwe ya bi Rob Malî, nûnerê taybet ê Amerîkayê bo karûbarên Îranê belav kir û nivîsî: Rawêjkariyên tund û hema bêje bênavber di hevdîtinên Viyenayê de berdewam in.

Li gorî rapora IRNA`yê, Ulyanov pêştir ji rojnamevanan re ragihandibû ku hevdîtinên Viyenayê li ber qedandinê ne, lê ji bo temamkirina kar û baran pêwîstiya me bi demeke zêde heye - ne zêde dirêj. »

Ulyanov di derbarê proseya danûstandinan de geşbîniya xwe nîşan da û got, dibe ku heta dawiya meha Sibatê lihevkirinek çêbibe.

Çend saetan berê serokê muzakereyên Çînê jî der barê pêvajoya muzakereyê de nirxandineke bi heman rengî kiribû û gotibû: "Em gavek din nêzî peymana dawîn in."

"Wang Quan" got: Her kes bi cidî li ser peymanê dixebitin da ku bigihêje encamê.