Çile 25, 2022 21:28 Asia/Tehran
  • Wezîrê Derve yê Togoyê bi Emîr-Ebdullahiyan re hevdîtin kir

Wezîrê karên derve yê Togoyê bi wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê re hevdîtin pêk anî û li bara mijarên ku di berjewendiya herdu aliyan de ne, gotûbêj kirin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Robert Doosî wezîrê karên derve yê Togoyê ku li Tehranê ye, îro (sêşemê) li Wezareta karên derve ya Îranê bi Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê re hevdîtin pêk anî.
Seîd Xetîbzade berdevkê Wezareta Derve ya Îranê duh di kongreyeke rojnamevanî ya heftane de, behsa siyaseta hevseng a hikûmeta Îranê kir û ragihand, ku serdana Wezîrê Derve yê Îranê bo Afrîqayê hatiye plankirin.
Wezîrê karên derve yê Togoyê duh bi serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî re hevdîtin pêk anî.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi gotina vê yekê ku welatên Afrîqayê xwedî çavkaniyên dewlemend ên xwezayî, maden û hêza mirovî ya jêhatî ne, got: Îran li gorî berjewendiyên hevpar ên neteweyan li pey geşepêdana giştalî ya peywendiyên xwr bi welatên Afrîqayê û ji wan jî Togoyê ye.
Robert Doosî wezîrê karên derve yê Togoyê got: "Togo bawerî bi nêzîkatiyên Komara Îslamî ya Îranê ji bo pêşxistina peywendiyan heye û hêvîdar e siyaseta pêşxistina hevkariyên aborî bi Afrîkayê re bi beşdariya dualiyan xurt bibe.

Serepeyv