Çile 24, 2022 21:42 Asia/Tehran
  • Reîsî: Qahêmkirina pêwendiyên Îranê û welatên Afrîqayê dê bi cidîtir û bi hêztir were şopandin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina digel wezîrê karên derve yê Togoyê pêgirî kir: Xurtkirina pêwendîyên Îranê bi welatên parzemîna Afrîqayê bi cidîtir û bi hêztir dê bê şopandin.

Li gorî Navenda Ragihandina Serokomariya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî serokomarê Îranê îro (Duşemê) li hevdîtina tev Robert Doosî wezîrê karên derve yê Togoyê destnîşan kir ku welatên Afrîqayê xwediyê çavkaniyên xwezayî, maden û hêza mirovî ya dewlemend û jêhatî ne û di dewamê de got: Tehran li gorî berjewendiyên hevpar ên welatan, li pey pêşxistina giştalî ya peywendiyan bi welatên Afrîqayê û ji wan Togoyê ye.

Reîsî got: "Rojavayî di dîrokê de xwestine ku welatên parzemîna Afrîqayê bikin kolonî û îstismar bikin û roja îro jî bi vî rengî xwestek û berjewendîyên xwe bi şêwazên curbecur dişopînin."

Reîsî herwiha got: Xebatên gelên vê parzemînê ji bo parastina serxwebûna xwe bi qîmet e û serkeftina wan maye ser pêgiriya derheq nasnama neteweyî, çand û berxwedana li hember tundrewan.

Serokomarê Îranê destnîşan kir: Welatên Afrîqayê ji bo geşepêdan û bextewariyê xwedî şiyanên pêwîst in û Komara Îslamî ya Îranê piştevaniya serxwebûn, pêşketin û bextewariya gelên Afrîqayê dike.

Wezîrê karên derve yê Togoyê jî li vê hevdîtinê de bal kişand ser vê yekê ku welatê wî dixwaze bi Komara Îslamî ya Îranê re peywendiyên berfireh û qahêm pêk bîne û di dewamê de got: Loma ji nêzîkatiyên Tehranê ji bo pêşxistina peywendiyan bawer e û hêvî dike ku siyaseta pêşdebirina hevkariyên aborî bi Afrîqayê re bi şirîkatiya dualî bihêztir bibe. 

Wezîrê karên derve yê Togoyê bi şermezarkirina dorpêçên tund ên welatên rojava li dijî welat û neteweyên serbixwe, tekez kir: "Em hevkariya hevbeş bi Îranê re dixwazin."

Serepeyv