Ji 15 welatan weşanxane beşdarî duyemîn pêşangeha pirtûkan a virtual li Tehranê dibin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331446-ji_15_welatan_weşanxane_beşdarî_duyemîn_pêşangeha_pirtûkan_a_virtual_li_tehranê_dibin
Serokê duyemîn pêşangeha virtual(mecazî) a pirtûkan li Tehranê got: Di beşa navneteweyî ya vê pêşangehê de 20 hezar pirtûk ji aliyê weşanxanên 15 welatan ve tên nîşan dan.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 16, 2022 15:33 Asia/Tehran
  • Ji 15 welatan weşanxane beşdarî duyemîn pêşangeha pirtûkan a virtual li Tehranê dibin

Serokê duyemîn pêşangeha virtual(mecazî) a pirtûkan li Tehranê got: Di beşa navneteweyî ya vê pêşangehê de 20 hezar pirtûk ji aliyê weşanxanên 15 welatan ve tên nîşan dan.

Elî Remezanî di civîna çapemeniyê ya duyemîn pêşangeha pirtûkan a virtual li Tehranê de diyar kir: Di beşa navneteweyî de 15 welatên Spanya, Îtalya, Hindistan, Swêd, Amerîka, Îraq, Behreyn, Lubnan,  Misir, Sûriye û hwd. wê 20 hezar sernavên berhemên xwe pêşkêşî temaşevanan bikin û ev hejmar par 15 hezar sernav bû.

Remezanî diyar kir ku ev çend sal in mijara bidestxistina çavkaniyên agahiyan bûye xema weşanxane û çalakvanên warê pirtûkan û vê pêşangehê kariye pirsgirêkên fizîkî yên weke dûrbûn û hwd çareser bike.

Pêşangeha Pirtûkan a Virtual a Tehranê dê di navbera 22 heta 30ê Çileyê de were lidarxistin.