Bîranîna şehîdên Bereya Berxwedanê û oxirkirina şehîdên bê nav û nîşan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331246-bîranîna_şehîdên_bereya_berxwedanê_û_oxirkirina_şehîdên_bê_nav_û_nîşan
Bi amadebûna Wezîrê Pîwendiyan û Teknolojiya Agahiyan ê Komara Îslamî ya Îranê û hin mêvanên Eniya Berxwedanê ya Iraqê, merasima xatirxwestina ji şehîdên bê nav û nîşan û bîranîna şehîdên Bereya Berxwedanê li Wezareta Ragihandinê hat lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 08, 2022 13:38 Asia/Tehran
  • Bîranîna şehîdên Bereya Berxwedanê û oxirkirina şehîdên bê nav û nîşan

Bi amadebûna Wezîrê Pîwendiyan û Teknolojiya Agahiyan ê Komara Îslamî ya Îranê û hin mêvanên Eniya Berxwedanê ya Iraqê, merasima xatirxwestina ji şehîdên bê nav û nîşan û bîranîna şehîdên Bereya Berxwedanê li Wezareta Ragihandinê hat lidarxistin.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Mêhr News`ê, di salvegera şehadeta Hz. Zehra (s) de, merasima bibîranîna şehîdên Berxwedanê û xatirxwestina ji şehîdên bê nav û nîşan û rêzgirtina ji malbatên şehîdan û cangoriyên bereya parastina Heremî re li Husêniyeya Pêxemberî Ezem (s) ya Wezareta Pêwendê û Agahiyan ya Komara Îslamç ya Îranê hat lidarxistin. 

Ev merasima bi amadebûna Îsa Zareipûr Wezîrê Ragihandin û Teknolojiya Agahdariyan a Komara Îslamî ya Îranê, Ebû Eqîl El-Kazimî Fermandarê Eniya Berxwedanê, Seyd Haşim El Heyderî Sekreterê Giştî yê Tevgera Îslamî ya Ehdellaha Iraqê û Serdar Remezan Şerîf, Berdevkê Sipahê Pasdarên Înqilaba Îslamî hat lidarxistin.

Di merasîmê de ku bi xwendina helbest û pesinbîjiyê hat lidarxistin de, cenazeyên 2 şehîdên nenas spartin axê.