Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê bi zûtî biçe Rûsiyê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i331078-serokê_komara_Îslamî_ya_Îranê_dê_bi_zûtî_biçe_rûsiyê
Balyozê Îranê li Rûsiyê serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê ya Moskoyê û hevdîtina di gel serokomarê Rûsiyê wek xaleke girîng ji bo berfirehkirina pêwendiyên dualî di warên cûr bi cûr da zanî.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 31, 2021 14:34 Asia/Tehran
  • Serokê Komara Îslamî ya Îranê dê bi zûtî biçe Rûsiyê

Balyozê Îranê li Rûsiyê serdana Serokê Komara Îslamî ya Îranê ya Moskoyê û hevdîtina di gel serokomarê Rûsiyê wek xaleke girîng ji bo berfirehkirina pêwendiyên dualî di warên cûr bi cûr da zanî.

Li gorî rapora Fars Newsê, Kazim Celalî, Balyozê Îranê li Rûsiyê bi peyameke vîdyoyî bi boneya sala nû ya mîladî (2022), her wiha ragihand: Pêwendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Rûsiyê xurttir dibin û di rojên destpêka sala nû ya mîladî da, serdana Seyîd Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê ya Moskoyê û hevdîtina di gel Vladîmîr Pûtîn serokomarê Rûsiyê dê pêk were.