Ji 10 heta 17ê meha Dêyê li Îranê wek Hefteya Berxwedanê hat binavkirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330772-ji_10_heta_17ê_meha_dêyê_li_Îranê_wek_hefteya_berxwedanê_hat_binavkirin
Sekreterê Erkantiya rêzgirtina duyemîn salvegera şehîdbûna şehîd hac Qasim Sulêymanî, got: Bernameyên rêzgirtinê dest pê kirine û ji 10 heta 17ê meha Dêyê wek Hefteya Berxwedanê hatiye binavkirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Kanûn 18, 2021 13:43 Asia/Tehran
  • Ji 10 heta 17ê meha Dêyê li Îranê wek Hefteya Berxwedanê hat binavkirin

Sekreterê Erkantiya rêzgirtina duyemîn salvegera şehîdbûna şehîd hac Qasim Sulêymanî, got: Bernameyên rêzgirtinê dest pê kirine û ji 10 heta 17ê meha Dêyê wek Hefteya Berxwedanê hatiye binavkirin.

Hemîdreza Muqedemfer got: Me li nav û derveyî welêt ji Ewropa heta Asyayê bername hene û paş nîvroya 13ê Dêyê li Nimêzgeha Têhranê û hevdem di gel Roja şehîdbûnê bernameyên me bi beşdariya kesayetiyên navxweyî û derveyî hene.

Wî got: Roja 16ê Dêyê ku salroja oxirkirina meytê wî li Têhranê ye, meyta 150 şehîdên serdema Berevaniya Pîroz dê werin oxirkirin û ji bilî wê oxirkirina meytên bi dehan şehîdî li parêzgehên din hatiye plandarêştin.