Lêkolîna hevpar a Îran û Fransayê li parêzgeha Xorasana Bakur
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330205-lêkolîna_hevpar_a_Îran_û_fransayê_li_parêzgeha_xorasana_bakur
Sêyemîn qonaxa lêkolînên kevnarenasiyê yên qada Wêranşarê ya Parêzgeha Xorasana Bakur, di nçarçona têgihîştinnameya hevkariya Lêkolîngeha Mîrata çandî û Geştyariyê ya Îranê û Mûzexaneya Louvre'ê ya Parîsê pêk hat.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 22, 2021 15:52 Asia/Tehran
  • Lêkolîna hevpar a Îran û Fransayê li parêzgeha Xorasana Bakur

Sêyemîn qonaxa lêkolînên kevnarenasiyê yên qada Wêranşarê ya Parêzgeha Xorasana Bakur, di nçarçona têgihîştinnameya hevkariya Lêkolîngeha Mîrata çandî û Geştyariyê ya Îranê û Mûzexaneya Louvre'ê ya Parîsê pêk hat.

Li gorî rapora Lêkolîngeha Mîrata çandî û Geştyariyê ya Îranê, Mêysem Lebaf Xanîkî, sergêrê îranî yê taxima kevnarenasiyê, got: Sêyemîn qonaxa lêkolînên kevnarenasiyê yên hevpar di gel Mûzexaneya Louvre'ê li qada Wêranşarê ya Xorasana Bakur a Îranê bû sebeb ku encamên girîng derbarê mîmariya serdema Eşkanî  ûSasaniyan li navçeya Xorasana Bakur bên bidestxistin.