“Xetîbzade” ji “Sullivan” re: Riya vegera Amerîkayê bo Rêkeftina Navokî rohn e
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329940-xetîbzade_ji_sullivan_re_riya_vegera_amerîkayê_bo_rêkeftina_navokî_rohn_e
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bertek nîşanî îdiayên vê dawiyê yên şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan ên li dijî Îranê û Rêkeftina Navokî da û destnîşan kir ku riya vegera Amerîkayê ji bo Rêkeftina Navokî rohn û diyar e; Ev rê ji dawiya kampanyaya "serneketina herî zêde" û garantîkirina rêzgirtina ji hiqûqa navneteweyî derbas dibe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 10, 2021 09:32 Asia/Tehran
  • “Xetîbzade” ji “Sullivan” re: Riya vegera Amerîkayê bo Rêkeftina Navokî rohn e

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê bertek nîşanî îdiayên vê dawiyê yên şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan ên li dijî Îranê û Rêkeftina Navokî da û destnîşan kir ku riya vegera Amerîkayê ji bo Rêkeftina Navokî rohn û diyar e; Ev rê ji dawiya kampanyaya "serneketina herî zêde" û garantîkirina rêzgirtina ji hiqûqa navneteweyî derbas dibe.

Li gorî rapora IRNA`yê, Seîd Xetîbzade sêşemiyê bi şev li ser Twitterê nivîsî: Şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan îdia dike ku Îran ji Rêkeftina Navokî derketiye, ma ew nizane ku ew Amerîka bû ku ji vê peymanê derketiye?

Xetîbzade got: "Rêya vegera Amerîkayê zelal e: qebûlkirina sûcê, bidawîkirina kampanyaya "şikesta herî zêde" û mîsogerkirina vê yekê ku êdî qanûnên navneteweyî nayên tinazî kirin" .

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê li dawiyê bi bîr xist ku Rêkeftina Navokî van hêviyên eşkere û bingehîn piştrast dike.

Şêwirmendê Asayîşa Netewî ya Amerîkayê Jake Sullivan vê dawiyê li hevpeyvîna digel kanala CNN`ê îdia kiribû ku Amerîka amade ye vegere gotûbêjên li ser Rêkeftina Navokî, lê heta niha Tehranê îradeya xwe ji bo vê yekê nîşan nedaye.