Civîna komek ji nûnerên rêxistinên sivîl û çalakvanên alîgirê Filistînê bi "Emîr-Ebdullahiyan" re
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan bi komek ji nûnerên rêxistinên sivîl û çalakvanên alîgirê Filistînê re civiya û bi wan re gotûbêj kir.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, hevdemê Hefteya Yekîtî û jidêbûna Pêxemberê hêja yê Îslamê (S), îro Çarşemê komek ji nûnerên rêxistinên sivîl û çalakvanên alîgirê Filistîn di civînekê de li cihê wezareta derve ya Îranê bi Emîr-Ebdullahiyan re hevdîtin pêk anî û ser rewşa Filistînê pê re axivtin.
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê di vê hevdîtinê de got: Wezareta Karên Derva ji bo ku piştgiriyê bide doza Filistînê wê hemû kapasîte û îmkanên xwe bi kar bîne û bi rêxistinên sivîl û çalakvanên alîgirê Filistînê re di her babetekê de wê hevkariyê bike.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha di vê hevdîtinê de Şehîd serdar Qasim Silêmanî, nemir Husên Şeyxul-Îslamî û nemir Elî Ekber Muhteşemîpûr bi bîr anîn û pesna xebat û hewldanên rêxistinên sivîl û çalakvanên alîgirê Filistînê di warê piştgiriya ji berxwedan û Mefên gelê Filistînê da.
Di vê civînê de, endamên Civata Rêxistinên Sivîl û çalakvanên ku piştgiriyê didin rizgarkirina Quds Şerîf, dîtin û pêşniyarên xwe yên li ser piştgiriya pratîkî û medyayî ya ji bo Filistînê anîn ziman.
Beşdaran her wiha li ser pêwîstiya hevkariya sazî û dezgehan ji bo parastina doza Filistînê û berxwedana li hemberî dagirkeran tekez kirin.