Gotûbêja wezîrên derve yên Îran û Libnanê li Beyrûtê û Press Konferansa wan
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329293-gotûbêja_wezîrên_derve_yên_Îran_û_libnanê_li_beyrûtê_û_press_konferansa_wan
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan û wezîrê derve yê Libnanê îro li Beyrûtê bi hev re gotûbêj kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2021 21:14 Asia/Tehran
  • Gotûbêja wezîrên derve yên Îran û Libnanê li Beyrûtê û Press Konferansa wan

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan û wezîrê derve yê Libnanê îro li Beyrûtê bi hev re gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva, Husên Emîr-Ebdullahiyan îro pêncşemê danê nîvro li Wezareta Karên Derva ya Libnanê bi hemtayê xwe yê Libnanî Abdullah Bûhebîb re hevdîtin û gotûbêj kir.

Wezîrên karên derve yên Îran û Libnanê piştî vê hevdîtinê di press-konferansekê de beşdar bû.

Wezîrê karên derve yê Îranê,di vê press-konferansê de got: "Heke niyetek rastîn ji aliyek din ve hebe û ew hemî vegerin ser sozên xwe yên li Rêkeftina Navokî, Tehran dê vegere ser soz û peyamên xwe. Ji Tehran re sozên devkî yên Amerîkayê û îdîayên bê emel bê çalakî yên sê welatên Ewropî nabin belge û pîvan ku ji bo vegera Komara Îslamî ya Îranê bo danûstandinan.

Emîr-Ebdullahiyan herwiha diyar kir: Di peymana navokî de, Îran tenê welat e ku heya demên dawiyê pabendî erkên xwe ma û em ê vê rêbaza hanê li gorî tevgerên hevbeş ên aliyan din dîsa vejînin.

Wezîrê karên derve yê Îran di dewama vê press konferansê de dîsa amadebûna Îranê ji bo alîkariya Lubnanê wekiland.