Emîr-Ebdullahiyan bi Serokê Parlamenta Libnanê re civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329290-emîr_ebdullahiyan_bi_serokê_parlamenta_libnanê_re_civiya
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro li sefera xwe ya Beyrûtê paytexta Libnanê bi serokê Parlamenta vî welatî re hevdîtin pêk anî û ser mijarên curbicur pê re gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2021 19:39 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan bi Serokê Parlamenta Libnanê re civiya

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan îro li sefera xwe ya Beyrûtê paytexta Libnanê bi serokê Parlamenta vî welatî re hevdîtin pêk anî û ser mijarên curbicur pê re gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, her du aliyan li ser xurtkirina pêwendiyên dostane û biratiyê di navbera her du welatan de tekez kir.

Emîr-Ebdullahiyan berî hevdîtina bi Nebîh Berrî re,  bi Serokomar Libnanê Mîşel Ewn re hevdîtin pêk anî û li ser piştevaniya xurt a Komara Îslamî ya Îranê ji Libnanê bi taybetî di rewşa aborî ya dijwar a niha de tekez kir.

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê şeva borî gihîşt Beyrûtê û wê demê tekez kir ku eger ji Îranê were xwestin alîkariya Libnanê bike Tehran ti carî dudilî nabe û bêyî ti kêmasiyekê wê alîkariya Beyrûtê bike.