Hevdîtina wezîrê derve Îranê û serokomarê Libnanê li
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329289-hevdîtina_wezîrê_derve_Îranê_û_serokomarê_libnanê_li
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di hevdîtina xwe ya yekem de bi serokomarê Libnanê Michel(Mîşêl) Ewn re civiya û gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2021 19:18 Asia/Tehran
  • Hevdîtina wezîrê derve Îranê  û serokomarê Libnanê li

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di hevdîtina xwe ya yekem de bi serokomarê Libnanê Michel(Mîşêl) Ewn re civiya û gotûbêj kir.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Radyo û Televîzyonê; Emîr-Ebdullahiyan û Michel Ewn di vê civînê de, li ser berfirekirin û zêdekirina asta danûstandin û hevkariyan di warên aborî, siyasî û çandî de tekez kir.

Mijara rawestana li ber gefên Rejîma Siyonîst û piştgiriya Komara Îslamî ya Îranê ji yekparçetiya xak û serxwebûna Libnanê mijarên din bû ku di vê hevdîtinê de hatin gotûbêjkirin.

Emîr-Ebdullahiyan di seredana xwe ya Libnanê de, bi serokê parlamentê Nebîh Berrî, serokwezîr Necîb Mîkatî û hevtayê xwe yê libnanî Abdullah Bûhebîb re jî hevdîtin pêk anîn ku di nûçeyên din werin ragihandin.