Xetîbzade: Divê muzakere mafên Îranê misoger bike
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329251-xetîbzade_divê_muzakere_mafên_Îranê_misoger_bike
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Gotûbêjên ser Rêkeftina Navokî divê mafên Îranê dabîn bikin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 05, 2021 17:46 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Divê muzakere mafên Îranê misoger bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Gotûbêjên ser Rêkeftina Navokî divê mafên Îranê dabîn bikin.

Seîd Xetîbzade, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, li ser hesabê xwe yê twîtterê nivîsiye: "Dema ku pêvajoya pêdaçûnê ya navxweyî li Îranê biqede, emê vegerin Viyenayê."

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di dewamê de nivîsiye ku wî di hevpeyvînekê de bi France 24 re gotiye: "Ti pêşmerc tune ne," .

Xetîbzade herwiha nivîsî: "Armanca tekane ya Komara Îslamî ya Îranê ew e ku gotûbêj mafên Îranê misoger bike, di nav de temînatên guncaw bidin ku vê carê Amerîka dê bi rastî pabendê peymanê bibe."