Cotmeh 02, 2021 19:51 Asia/Tehran

Serokê Konseya Stratejîk a Têkiliyên Derve, Cîgirê berê yê Wezîrê Karên Derve yê Îranê wek Sekreterê vê Konseyê destnîşan kir.

Li gorî bingeha regihandinê ya Konseya Stratejîk a Têkiliyên Derve, Seyd Kemal Xerazî, Serokê Konseya Stratejîk a Têkiliyên Derve, Seyd Ebas Iraqçî Cîgirê Wezîrê Karên Derve yê berê yê Îranê wekî Sekreterê vê Konseyê destnîşan kir.

Di hikmê Kemal Xerazî de, ji Seyd Ebas Iraqçî hatiye xwestin ku sekreteriya vê konseyê restûre û ji nû ve ava bike û rola wê di warê diyarkirin û ravekirina siyasetên nizamê û agahdarkirina raya giştî ya cîhanê û bidestxistina berjewendiyên Îranê de berfireh bike.

Iraqçî, ku niha şêwirmendê wezîrê karên derve yê Îranê ye, berê li balyozxanên Îranê li Fînlandiya û Japonyayê, di beşa huqûqî, dadrêsî û karûbarên navneteweyî ya wezareta karên derve ya Îranê de, herwiha di beşa alîkariya siyasî ya vê wezaretê de dixebitî.

Xerazi her weha spasiya Mihemed Baqer Xurremşad, sekreterê berê yê Konseya Stratejîk a Têkiliyên Derve, di dema wezîfeya wî de kir.

Serepeyv