Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê gihêşt Moskowê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329111-serokê_rêxistina_enerjiya_atomê_ya_Îranê_gihêşt_moskowê
Alîkarê serokomar û serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Muhemed Îslamî vê sibehê di çarçova serdaneke fermî de gihêşte Moskowê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 28, 2021 10:31 Asia/Tehran
  • Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê gihêşt Moskowê

Alîkarê serokomar û serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Muhemed Îslamî vê sibehê di çarçova serdaneke fermî de gihêşte Moskowê.

Li gor IRNAyê, Alîkarê serokomar û serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê Muhemed Îslamî ji bo gotûbêja bi hevpîşeyê xwe yê Rûs re Alexei Likhachev, serokê Companya Rûs-Atomê, îro gihêşt Moskowê paytexta Rûsyayê û ji aliyê sefîrê Îranê li Moskowê Kazim Celalî û  endamên balyozxana Îranê û rayedarên Kompanya Rûs Atomê ve hat pêşewazîkirin.

Serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê li serdana xwe ya Moskowê wê guhertin û geşedanên herî dawiyê di warê hevkariyên Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û Kompaniya Rûs Atomê degotûbêjê bikin.