Civîna sê alî ya Îran, Komara Azerbaycanê û Tirkiyê li Tehranê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329014-civîna_sê_alî_ya_Îran_komara_azerbaycanê_û_tirkiyê_li_tehranê
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkiyê li hev kirin ku civîna sê alî ya Îran, Komara Azerbaycan û Tirkiyê li Têhranê were lidarxistin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 24, 2021 06:40 Asia/Tehran
  • Civîna sê alî ya Îran, Komara Azerbaycanê û Tirkiyê li Tehranê

Wezîrên Karên Derve yên Îran û Tirkiyê li hev kirin ku civîna sê alî ya Îran, Komara Azerbaycan û Tirkiyê li Têhranê were lidarxistin.

Li gorî rapora roja pêncşemiyê ya IRNA`yê, wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan li New Yorkê bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mewlut Çavuşoglu re hevdîtinek pêk anî û diyar kir ku geşedanên nû li herêmê diqewimin û tekezî li ser pêwîstiya şêwirmendiyên birêkûpêk di navbera her du welatan de kir. 

Emîr-Ebdullahiyan derbarê guhertin û geşedanên li Efganistanê de jî got: "Em bi hemî aliyên vî welatî re di têkiliyê de ne, lê ya ku pir girîng e tekez li ser damezrandina hukûmetek dorfireh wekî çareseriyek domdar ji bo aştî û aramiya Efganistanê ye."

Wezîrê Derve yê Tirkiyê jî bi rexnekirina cezayên li dijî Komara Îslamî ya Îranê, tekez kir ku divê sizayên yekalî û neqanûnî li dijî Îranê werin rakirin.

Çavuşoglu tekezî li ser pêdivîbûna  hukûmetek damezrandina hukûmetek dorfireh li Efganistanê kir û nîgeraniya xwe li ser îhtîmala berbelabûna ciddî ya tundûtûjî û tundrewiyê li wî welatî anî ziman.

Di vê hevdîtinê de, her du aliyan her weha li hev kirin ku Komîteya Stratejîk a her du welatan berî civîna serokan bi serdana Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê were lidarxistin û rojeva civîna Komîteya Bilind were diyar kirin.

Her du aliyan li hev kirin ku civîna sê alî ya Îran, Komara Azerbaycan û Tirkiyê li Tehranê were lidarxistin.