Reîsî: Li darketina Merasîma Erbeînê maye ser rizamendiya hikûmeta Iraqê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328675-reîsî_li_darketina_merasîma_erbeînê_maye_ser_rizamendiya_hikûmeta_iraqê
Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî tekez kir: Li darketina Merasîma Erbeînê maye ser rizamendiya hikûmeta Iraqê.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 04, 2021 20:57 Asia/Tehran
  • Reîsî: Li darketina Merasîma Erbeînê maye ser rizamendiya hikûmeta Iraqê

Serokê Komara Îslamî ya Îranê seyd Îbrahîm Reîsî tekez kir: Li darketina Merasîma Erbeînê maye ser rizamendiya hikûmeta Iraqê.

Li gorî Navenda Enformasyonê ya Serokomariyê, seyd Îbrahîm Reîsî îro di civîna Navenda Neteweyî ya Kokbirkirina Koronayê got: Li darketina Merasîma Erbeînê maye ser rizamendiya hikûmeta Iraqê.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Bi razîbûna welatê mazûvan, kesên ku bi her du dozên vaksîna Koronayê hatine aşîkirin, bi erêkirina Wezareta Tenduristiyê, dikarin biçin serdana pîrozgehên Iraqê bi minasibeta Erbeyîna Huseynî .

Reîsî pêvajoya vaksînasiyonê(aşîkirinê) li Îranê bi hêvî bi nav kir û bal kişande ser zêdekirina hinardekirina vaksînan û hilberîna navxweyî di hefteyên pêş de û tekezî li ser lezkirin û pêşxistina derzîlêdanê di komên temenên cihê de kir.