Peyama sersxiya Reyîsî li pey koça dawî ya serleşker Fîrûzabadî
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328652-peyama_sersxiya_reyîsî_li_pey_koça_dawî_ya_serleşker_fîrûzabadî
Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê ji ber koça dawî ya serleşkerê besîcî seyid Hesen Fîrûzabadî Şêwwirmendê bilind ê leşkerî yê Fermandarê mezin ê gişt hêzan û endamê Civata Diyarkirina Mesleheta Hikûmetê sersaxî da.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Îlon 03, 2021 11:56 Asia/Tehran
  • Peyama sersxiya Reyîsî li pey koça dawî ya serleşker Fîrûzabadî

Serokê Komara Îslamî ya Îranê bi peyamekê ji ber koça dawî ya serleşkerê besîcî seyid Hesen Fîrûzabadî Şêwwirmendê bilind ê leşkerî yê Fermandarê mezin ê gişt hêzan û endamê Civata Diyarkirina Mesleheta Hikûmetê sersaxî da.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Seyid Îbrahîm Reyîsî roja Îniyê ragihand: Vî fermandarê besîcî, sozdar û dilpak, gelek salên jiyana xwe di çeperên cûrbicûr ên xizmetguzarî, parastin û berevaniya ji nirx û ramanên Înqilab û hikûmeta Îslamî derbas kirin û di du dehikan da wek Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî ji dil xizmet kir.

 

Li gorî rapora IRIB Newsê, Serleşker seyid Husên Fîrûzabadî, Serokê berê yê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê û Şêwirmendê bilind ê leşkerî yê Fermandarê gişt

hêzan roja Îniyê û piştî heyameke nexweşiyê, lebeyk da deweta heq.

Serleşker Fîrûzabadî ji sala 1990î heta sala 2017an bi qasî 27 salan bi hukmê Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî, wek Serokê Erkantiya giştî ya Hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê xizmet

kir û piştî wê, ji aliyê Hezretê ayetullah Xamineyî va wek Şêwirmendê bilind ê leşkerî yê Fermandarê gişt hêzên Îranê hat tayînkirin.