Emir-Ebdullahiyan: Îran piştevaniya ewlehî, serxwebûn û yekparçetiya axa Iraqê dike
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê got ku Tehran piştgirî dide ewlehî, serxwebûn û yekîtiya axa Iraqê.
Li gorî IRNA, Husên Emîr-Ebdullahiyan roja Şemiyê di civîna piştevaniya herêmî ya ji Iraqê de got: "Iraqa nû niha pêdivî ye ku were avakirin û têkiliyên herêmî pêşve biçin. Ev civîn bi beşdariya welatên herêmê, nîşan dide ku Komara Iraqê dixebite têkiliyên xwe bi welatên herêmê berfire û çêtir bike û ez hêvî dikim ku bi saya van civînan, em ê bikaribin herêmeke ava, pêşketî û azad avabikin.
Emîr-Ebdullahiyan got: Iraqa nû ya ji terorê hatiye rizgarkirin, îro hewcedarî avadankirin û xurtkirina navxweyî ye û hewcedarî berfirehkirin û pêşketina hevkariyan li herêmê ye. Komara Îslamî ya Îranê, digel piştevaniya ji aramî, ewlehî, serxwebûn, yekperçetiya xakê, serbilindî, desthilat û pêşveçûna statûya navçeyî û navneteweyî ya Iraqê, amadebûna xwe ji bo pêşxistina hevkariyên dualî û herêmî radigihîne.
Wezîrê Derve yê Îranê herwiha got ku Îran piştgiriyê dide hikûmet û neteweya Iraqê û xwestek û biryarên wan di warên navxwe yî ji wan derketina hêzên biyanî ji vî welatî û lidarxistina hilbijartina zûdem û di vî halî de piştgiriya xwe ji hewldanên Iraqê bona berfirekirina hevkarî û têkiliyên çandî, siyasî û aborî li navçê diyar dike. û van hevkarî û têkiliyan ji bo aştî û ewlehiyê li navçê pêdivî dizane.
Emîr-Ebdullahiyan her wiha got: Herêma me hemî taybetmendiyên olî, çandî, şaristanî û şiyanên madî û manewî ji bo hevkarî û hevhatina navçeyî heye, lê mixabin ji ber destwerdana biyaniyan û serdestiya ramanên ewlehî-biongeh, tûşî gelek pirsgirêkan yên wekî şer, nearamî û bêewlehiyê hatiye.
Wezîrê karên derve yê Îranê tekez kir:Tiştê ku îro ji her demê zêdetir ji me re hewce ye "ewlehiya herêmî ya domdar" bi beşdariya welatên herêmê ye, ku pêkanîna wê bi karanîna çavkaniyên aborî ve girêdayî ye daku koalîsyona ji bo aştî û pêşkeftinê li herêmê pêk were.