Xetîbzade: Balyozxaneya Îranê li Kabulê û Serkonsûlgeriya li Heratê vekirî û çalak in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328326-xetîbzade_balyozxaneya_Îranê_li_kabulê_û_serkonsûlgeriya_li_heratê_vekirî_û_çalak_in
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Balyozxaneya Îranê li Kabulê û Serkonsûlgeriya li Heratê vekirî û çalak in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 17, 2021 09:11 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Balyozxaneya Îranê li Kabulê û Serkonsûlgeriya li Heratê vekirî û çalak in

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê ragihand: Balyozxaneya Îranê li Kabulê û Serkonsûlgeriya li Heratê vekirî û çalak in.

Li gorî rapora Fars Newsê, Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê roja Sêşemiyê derbarê vekirîbûna Balyozxaneya Îranê li Kabulê û serkonsûlgeriya Îranê li bajarê Heratê, got: Hem balyozxane û hem serkonsûlgerî li Heratê tam vekirî û çalak in.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê beriya vêya jî tevî diyarkirina nîgeraniya xwe ji zêdebûna tundiyan li Efxanistanê, li ser dabînkirina cidî ya ewlehî û tendurustiya tam a dîplomatan û şûnên dîplomatîk li Heratê ji aliyê Talibanê va tekezî kiribû.

Xetîbzade destnîşan kiribû: Wezareta derve ya Îranê bi awayê berdewan di têkiliya digel kadroya dîplomatîk li balyozxane û konsûlxaneya xwe li Kabul û Heratê ye û berdewam alûgoran dişopîne.