Qalîbaf: Divê balyozên Rusya û Brîtanyayê tevdîrên ku ji rêzê ne dûr bigirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328220-qalîbaf_divê_balyozên_rusya_û_brîtanyayê_tevdîrên_ku_ji_rêzê_ne_dûr_bigirin
Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ji wezareta karên derve xwest ku kiryarên derveyî deb û resmên dîplomatîk û bi îhanet ên balyozên Rûsya û Brîtanyayê li Têhranê bişopîne.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 12, 2021 10:27 Asia/Tehran
  • Qalîbaf: Divê balyozên Rusya û Brîtanyayê tevdîrên ku ji rêzê ne dûr bigirin

Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê ji wezareta karên derve xwest ku kiryarên derveyî deb û resmên dîplomatîk û bi îhanet ên balyozên Rûsya û Brîtanyayê li Têhranê bişopîne.

Li gorî rapora IRNA`yê, “Mihemed Baqer Qalîbaf” Serokê Meclisa Şêwra Îslamî ya Îranê got: Kiryarên bê exlaqî yên dîplomatîk û ne guncaw ên balyozên Rûsiye û Brîtanyayê li Tehranê divê demildest ji aliyê Wezareta Karên Derve ve bên şopandin.

Qalîbaf, di berteka wêneyek hevbeş a balyozên Rûsya û Brîtanya de ji bo bîranîna konferansa koloniyalîstî ya Tehranê ya 1932-an, li ser rûpela xwe ya Twitter nivîsî: "Divê her du balyoz tavilê bi fermî ji bo kiryara xwe lêborînê bixwazin, ne ku bertek û bersivek dîplomatîkî ya diyarker li hemberî vê kiryara wan hewce ye."

Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Mihemed Cewad Zerîf jî kiryarên balyozên Rûs û Brîtanyayê li Têhranê ji ber weşandina wêneyekî bê rûmet û bi îhanet bi tundî rexne kir.

Simon Shercliffe, balyozê nû yê Brîtanya yê li Tehranê, çû balyozxana Rûsyayê li Tehranê, li wir ku serokomarê Amerîkayê Franklin Roosevelt û serokwezîrê Brîtanyayê Winston Churchill û serokê Sovyetê yê dema Şerê Cîhanî Duyem Joseph Stalin ku konferansek li Tehranê li dar xistibûn bêyî ku Îranê agahdar bikin. wêne digel balyozê Rûsî yê niha li Tehranê kişand.