Tebax 09, 2021 19:38 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Dewleta Îranê ji berfirehkirina peywendiyan tev Fransayê li gorî berjewendiyên hevpar û rêzgirtina dualî pêşwazî dike

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dewleta nû ya Îranê ji berfirehkirina peywendiyan tev Fransayê li gorî berjewendiyên hevpar û rêzgirtina dualî pêşwazî dike.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê di têkiliya telêefonî tev Êmanûêl Mekron serokomarê Fransayê, tevî amajeya bi binpêkirina berdewam û giran a sozan ji aliyê Amerîka û bêsoziya sê welatên ewropî yên endamê Peymana Navokî, got: Amerîkîyan bi sepandina boykotên nû sozên xwe bi aşkiratî binpê kirin û heta boykotên nû di warê kelûpelên mirovdostane jî lê zêde kirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê tevî tekeziya li ser vê yekê ku hem amerîkî û hem ewropî divê sozên xwe li gorî Peymana Navokî cih bînin, got: Di her gotûbêjekê da divê mafên gelê Îranê bên wergirtin û dabînkirin.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Îran derbarê dabînkirina ewlehiyê û parastina hêza pêşîlêgirtinê li Kendava Farsê û Deryaya Omanêl pirr ciddî ye û dê li dijî hokarên têkbirê ewlehiyê bisekine.

Serokê Komara Îslamî ya Îranê derbarê Libnanê jî got: Em pişta her kiryarekê digirin ku jibo aramî, ewlehî û baştirbûna rewşa aborî ya gelê Libnanê be û di vî warî em ji hevrêtiya Fransayê pêşwazî dikin.

Serokomarê Fransayê jî tevî pîrozkirina destpêbûna berpirsiyariya Îbrahîm Reyîsî û hêviya serketinê jibo wî, got: Îran û Fransa dikarin bi hevkariya xwe jibo pêkanîna aştî û aramiyê li navçeyê rola xwe bilîzin.

Mekron tevî amajeya bi derketina yekalî ya Amerîkayê ji Peymana Navokî û rawestandina cihanîna vê lihevkirina navneteweyî, got: Em li dû wê ne ku rêkarekê jibo çareserkirina vê mijarê bi dest bînin û hêvîdar in ku gotûbêj dîsan dest pê bibin.

Serepeyv