Reyîsî: Lîsteya wezîrên pêşniyarî dê pêşkêşî meclîsê were kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i328074-reyîsî_lîsteya_wezîrên_pêşniyarî_dê_pêşkêşî_meclîsê_were_kirin
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Lîsteya wezîrên pêşniyarkirî destpêka hefteya bê dê raberî meclîsê were kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tebax 05, 2021 18:01 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Lîsteya wezîrên pêşniyarî dê pêşkêşî meclîsê were kirin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Lîsteya wezîrên pêşniyarkirî destpêka hefteya bê dê raberî meclîsê were kirin.

Li gorî rapora IRAN Pressê, Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê roja Pêncşemiyê got: Li gorî teqeziya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî derbarê lezandina nasandina endamên kabîneyê, destpêka hefteya bê û di yekemîn derfetê da dê lîsteya wezîrên pêşniyarî pêşkêşî meclîsa şêwraya îslamî were kirin.

Muhemedbaqir Qalîbaf Serokê Meclîsa şêwraya Îslamî ya Îranê jî got: Li gorî Qanûna Bingehîn du hefteyan piştî merasima Sondxwarinê derfet heye ku kabîneya xwe ji meclîsê ra bide nasandin; Lê li gorî daxwaz û tekeziya Rêberê mezin ê Înqilaba Îslamî û ragihandina amadetiya serokomêr jibo lezandina damezirandina dewletê, meclîs jî amade ye ku bi lez û bi diqet di dayîna dengê baweriyê bo wezîran di vî warî da alîkar be.

Merasima Sondxwarina Seyid Îbrahîm Reyîsî wek heştemîn Serokê Komara Îslamî ya Îranê, roja Pêncşemiyê bi beşdariya rayedar û berpirsên leşkerî û mêvanên ji 115 welatan hat lidarxistin.