Rûhanî: Pêşketinên Îranê di zanistên mirovî da berbiçav in
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327704-rûhanî_pêşketinên_Îranê_di_zanistên_mirovî_da_berbiçav_in
Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Pêşketinên Îranê di zanistên mirovî da berbiçav in.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 18, 2021 08:36 Asia/Tehran
  • Rûhanî: Pêşketinên Îranê di zanistên mirovî da berbiçav in

Serokê Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Pêşketinên Îranê di zanistên mirovî da berbiçav in.

Li gorî rapora IRIB Newsê, Hesen Rûhanî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê da bi festîvala navneteweyî ya farabî destnîşan kir: Îranê tevî hemî sînordarî û boykotan bi palpiştiya şiyan û jîrbûna xortên vî welatî pêşketinên berbiçav di warê zanistên mirovî da bi dest xistine.

Rûhanî her wiha ragihand: Lidarxistina festîvala Farabî hertim derfeteke xenîmet jibo venasîna zanistên mirovî û îslamî û danasîna kesên bijarde û pêşketinên zanistî yên welêt û di rastiyê da, xweşkera rê jibo hereket û bidestxistina zanistên mirovî û bidestxistina armancên bilind, li gorî nirxên îranî-îslamî bûye.