Civîna Serokomarê hilbijartî yê Îranê digel dabînker û hilberînerên vaksîna koronayê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327685-civîna_serokomarê_hilbijartî_yê_Îranê_digel_dabînker_û_hilberînerên_vaksîna_koronayê
Serokomarê hilbijartî yê Îranê digel dabînker û hilberînerên vaksîna korona civiya.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 17, 2021 12:43 Asia/Tehran
  • Civîna Serokomarê hilbijartî yê Îranê digel dabînker û hilberînerên vaksîna koronayê

Serokomarê hilbijartî yê Îranê digel dabînker û hilberînerên vaksîna korona civiya.

Li gorî Ajansa Radyo û Televîzyona Îranê, "Seyd Îbrahîm Reîsî" Serokomarê hilbijartî yê Îranê, îro Şemiyê, digel komek dabînkerên vaksînê û hilberînerên navxweyî yên vaksîna Corona civiya.

Vekolîna stratejiyan ji bo lezgînkirina lêdana vaksîna korona li welêt û awayên zêdekirina hilberîna vaksînê ji mijarên vê rûniştinê bûn.

Di civînê de Seîd Nemekî, Wezîrê Tenduristî, Tedawî û Perwerdehiya Pizîşkî ya Îranê, Elîriza Bîgîerî, Serokê Enstîtuya Pasteur a Îranê, Muhemed Muxbir, Serokê Kargêra Fermana Îmam Xumeynî û Kerîm Himetî, Serokê Heyva Sor a Îranê amade bûn.