Xetîbzade: Boykotên Amerîkayê divê bi awayekî bibandor bên rakirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i327596-xetîbzade_boykotên_amerîkayê_divê_bi_awayekî_bibandor_bên_rakirin
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku boykotên Amerîkayê divê bi awayekî bibandor bên rakirin, got: Hem gelek nivîsên lihevkirina vejiyandina Peymana Navokî ku hatine amadekirin û hem jî hin beşên ku temam nebûne, rewşeke diyarkirî hene ku nankokiyan bi awayekî aşkira nîşan didin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tîrmeh 12, 2021 18:00 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Boykotên Amerîkayê divê bi awayekî bibandor bên rakirin

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku boykotên Amerîkayê divê bi awayekî bibandor bên rakirin, got: Hem gelek nivîsên lihevkirina vejiyandina Peymana Navokî ku hatine amadekirin û hem jî hin beşên ku temam nebûne, rewşeke diyarkirî hene ku nankokiyan bi awayekî aşkira nîşan didin.

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî pêgiriya li ser vê yekê ku boykotên Amerîkayê divê bi awayekî bibandor bên rakirin, got: Hem gelek nivîsên lihevkirina vejiyandina Peymana Navokî ku hatine amadekirin û hem jî hin beşên ku temam nebûne, rewşeke diyarkirî hene ku nankokiyan bi awayekî aşkira nîşan didin.

 

Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îro Duşemiyê got: Li gorî pêşketinên pêkhatî em dikarin bêjin ku em li dawiya gotûbêjên Viyenê nêzik bûne. Hin mijarên çaresernebûyî hema wisa mane. Lê tiştê ku girîng e ev e ku mijarên çareserbûpyî gelekî zêdetir ji yên çaresernebûyî ne.

Wî got: Li Viyenê gişt mukur tên ku pêşketinên baş pêk hatine û gişt li ser cidîbûna xwe jibo domandina rê û bidestxistina lihevkirinekê jibo vejiyandina Peymana Navokî hevfikir in; Lê dipejirînin ku hin mijarên bingehîn divê ji aliyê navendên biryarder li welatan bên vekolandin.