Hezîran 23, 2021 00:29 Asia/Tehran
  • Amara Dawiyê ya Koronayê li Îranê; 116 kesan bi vê vîrusê can dan

Li Îranê di 24 saetên dawiyê de 116 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest dan û hejmara gişt miriyên ji ber vê nexweşiyê gihêştiye 83 hezar û 217 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro sêşemê 22 Hezîranê ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 716 pêketiyên Koronayê hatine tomarkirin ku ji wan hezar û 278 kes di nexweşxanan de hatin razandin.

Herwiha bi van pêketiyên nû hejmara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi vê nexweşiyê ketine, gihîştiye 3 milyon û 117 hezar û 336 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 2 milyon û 771 hezar û 705 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Li gor amaraên fermî yên welatên curbicur heya vê demê 179 milyon kes zêdetir li cîhanê bi Koronayê ketine û zêde ji 3 milyon û 889 hezar kes jî ji ber vê vîrusê can dane.