Hezîran 18, 2021 15:14 Asia/Tehran
  • Wezîrê Karên Hundir ê Îranê: Divê dengê gel baş were parastin

Wezîrê Karên Hundir ê Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: divê dengê gel baş were parastin.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Îran Press, Wezîrê Karên Hundir ê Komara Îslamî ya Îranê, Ebdulreza Rehmanî-Fezlî îro Înê, hêvî kir ku karbidestên cîbicîkar û çavdêrên hilbijartinê erk û pêsparteya xwe di parastina dengê gel û emanetdariya wê de di pêkanîna hilbijartineke qanûnî, ewledar û saxlemî de baş cih bînin û di vî halî de gişt protokolên tendirustiyê ji ber pandemya Koronayê cih bînin û ji bîr nekin.

Wezîrê Karên Hundir ê Komara Îslamî ya Îranê  diyar kir ji ber ku dengê gel nîşaderê vîna wan e ji bo veguheztina hêz û birêvebirina Îranê, divê ew baş were parastin û desteyên çavdêriyê baş vî karî bigihînin dawiyê.

Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê îro Înê di saet 7:00 sibê de, digel du hilbijartinên din yên wekî hilbijartina dewra navber a meclisa şêwra îslamî û meclîsa pisporên rêberiyê û hilbijartinên civatên îslamî yên bajar û gundan, bi rê ve diçe.

Serepeyv