Hezîran 18, 2021 08:05 Asia/Tehran
  • Beşdariya gelê Tehranê di hilbijartinan de bi berçavgirtina protokolên tenduristiyê

Gelê metropola Tehran, paytexta Îranê, di deqeyên pêşîn ên hilbijartinê de li navendên dengdanê amade bûn.

Li gorî nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Îran Pressê, li navendên dengdanê yên li metropola Tehranê yên wekî Huseyniya Êrşad, Mizgevta El-Nebî ya Narmekê û Mizgevta Lorzadeh îro Înê, berî destpêkirina dengdanê rêzên dirêj ên xelkê çêbûn.

Elî Ekber Natiq Nûrî, endamê Encûmena Diyarkirina Xêr û Kara Nizama Komara Îslamî, jibo beşdarî hilbijartinê li navenda debgdanê ya Huseyniya Êrşad amade bû.

Xelkê metropola Tehranê li gorî protokolên tenduristiyê, dûrbûna civakî û bikaranîna maskeyan, çûne ser sandoqên dengan.

Sêzdehemîn hilbijartina serokomariya Îranê îro Înê di saet 7:00 sibê de, digel du hilbijartinên din yên wekî hilbijartina dewra navber a meclisa şêwra îslamî û meclîsa pisporên rêberiyê û hilbijartinên civatên îslamî yên bajar û gundan, bi rê ve diçe.

Serepeyv