Civîna "Komîsyona Hevpar" a Rêkeftina Navokî dest pê kir
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326963-civîna_komîsyona_hevpar_a_rêkeftina_navokî_dest_pê_kir
Qonaxa şeşemîn a danûstandinên Viyana bi civîna "Komîsyona Hevpar" a Rêkeftina Navokî dest pê kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 12, 2021 19:47 Asia/Tehran
  • Civîna

Qonaxa şeşemîn a danûstandinên Viyana bi civîna "Komîsyona Hevpar" a Rêkeftina Navokî dest pê kir.

Li gor ISNAyê, Qonaxa şeşemîn a danûstandinên Viyana bi civîna  "Komîsyona Hevpar" a Rêkeftina Navokî îro Şemiyê êi paytexta otrîşê Viyanayê bi beşdariya şandeyên Îranê û nûnerên Yeketiya Ewropayê û endamên Koma 4+1 despê kir.

Serokê şandeya îranî, di vê gera gotûbêjan de, mîna demên berê, Syed Ebas Iraqçî, Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê ye.
Iraqçî îro gihêşte Viyanayê paytexta Otrîşê.

Komara Îslamî ya Îranê tekez kiriye ku wê gevê soz û peymanên xwe yên li gor Rêkeftina Navokî cih tîne ku Amerîka hemî siza û boykotên li dijî Îranê rake.