Xetîbzade: Îran piştgiriya dide Îraqa bi hêz, aram û xwedî îstiqrar
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i326918-xetîbzade_Îran_piştgiriya_dide_Îraqa_bi_hêz_aram_û_xwedî_îstiqrar
Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Îran piştgiriya dide Îraqa bi hêz, aram û xwedî îstiqrar.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Hezîran 10, 2021 18:34 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Îran piştgiriya dide Îraqa bi hêz, aram û xwedî îstiqrar

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê tekez kir: Îran piştgiriya dide Îraqa bi hêz, aram û xwedî îstiqrar.

Li gorî Ajansa Nûçeyan a Iran Press, Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê "Saîd Xetîbzade" îro di peyamek Twitterî de, ji lihevkirina xwe bi karbidestên iraqî re ser berfirekirina têkiliyên du alî xeber da û nivîsî: Îran piştgiriya dide Îraqa bi hêz, bi îstiqrar û hevgirtî.

Xetîbzade, ku çûye Iraqê, di peyamek twitterî de nivîsandîye: "Ez keyfxweşim ku li Bexdayê me û min di vê seferê de wezîrê derve Fuad Husên û wezîrê çanda Iraqê Hesen Nazim dîtin û bi wan re gotûbêj kir."

Berdevkê Wezareta Derve ya Komara Îslamî ya Îranê derbarê encamên civîn û şêwirên xwe bi karbidestên iraqî, re jî got: "Me li ser pêşvebirina peywendîyên şaristanî û danûstendinên çandî, medyayî û hunerî li hev kir."